Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mike Pompeo: Tirkîye bi Karanîna S-400 Fikaran Çêdike


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo dîyar kir ku Tirkîye bi karanîna sîstema berevanî ya Rûs ya S-400 fikaran çêdike.

Pompeo di preskonferanseke li Washingtonê de ji rojnamevanan re da zanîn ku Washingtonê ji Enqerê re bi awayekî eşkere gotiye ku ji karanîna S-400 ya Rûs dûr bikevin.

‘’Em hêvîdar in, bi Tirkan re danûstandinê dikin û hewil didin ku çareserîyekê bibînin’’ Pompeo got.

Wî da zanîn ku karbidestên Amerîkî û Tirk bo çareserîyê danûstandinê dikin.

Karbidestên Tirk didin zanîn ku wan ser nekaranîna S-400 soz nedaye ti kesî.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu dabû zanîn ku jiber ku pêwîstîya wan bi S-400 hebû wan ew sîstem sitandîye.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG