Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo: Divê Erîşên Rejîma Esad û Rûsya Rawestin, Em ligel Tirkîyê Ne


Jeffrey û Pompeo

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo bo malbatên 5 leşkerên Tirk yên li Sûrîyê hatibûn kuştin sersaxî xwest.

Pompeo ji Twitterê dîyar kir ku wî bo kordînasyona gavên dijî êrîşa bêîstiqrarîyê çêdike, Nûnerê Taybet yê Amerîka yê bo Sûrîyê James Jeffrey şandiye Enqere ya paytexta Tirkîyê.

‘’Em li gel hevalbendê xwe yê li NATO’yê ne’’ Pompeo nivîsî.

Wî da zanîn ku ‘’divê êrîşên rejîma Esad û Rûsya rawestin’’

Ji alîyê din ve Berdevikê Kremlînê Dmitriy Peskov jî bang li Tirkîyê kir ku li gor Peymana Soçî tevbigere.

Peskov da zanîn ku divê Tirkîye êrîşên dijî hêzên Sûrîye û Rûsya rawestîne.

XS
SM
MD
LG