Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mike Pompeo li Tirkîyê Tenê Serdana Rêberê Olî Bartholomew Kir


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo û Patrîkê Ekumenîk Bartholomew I, Stenbol 17 Mijdar 2020
Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo û Patrîkê Ekumenîk Bartholomew I, Stenbol 17 Mijdar 2020

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo îro Sêşemê di çerçova gereke gera heft-welatên Ewrupa û Rojhilata Navîn de, bo serdaneke kurt hat Tirkîyê û li Stenbolê bi rêberê olî yê 300 mîlyon Xiristîyanên Ortodoks yên cîhanê re hevdîtineke pêk anî.

Hevdem Pompeo,bi balyozê Papa re jî hevdtîneke plan kirîye.

Mike Pompeo, wêneyên xwe yên ku ji hêla Patrîkê Ekumenîk Bartholomew I pêşwazî dikir û der ji wî re nîşan dide, li ser Tweeter'ê weşand.

Karbidestên Tirkîyê jiber ku Pompeo bi hikûmeta Tirk re ti hevdîtin nekir, serdana wî bi tundî rexne dikin.

Pompeo îro li ser Tweeter di derbarê serdan û hevdîtina xwe ya bi Bartholomew peyamek weşand.

"Wek rêberê cîhana Ortodoks Bartholomew hevkarek sereke ye û em li seranserê cîhanê pêşengîya azadîya olî dikin," Pompeo nivîsand.

Armanca serdan û hevdîtinên Pompeo li ser azadîyên olî yên li Tirkîyê bû, ku ev Enqere aciz kir û karbidestên Tirk bang li Washington kirin ku giranîya xwe bide ser binpêkirinên mafên mirovan yên li Amerîka.

Hefteya borî, Tirkîyê daxuyanîyeke tund weşand û plansazîyên serdana Pompeo rexne kir û herwiha got ku divê Washington li neynikê binêre û bi mijarên wek nijadperestî, dijminayîya dijî Îslamê û bi tawanên nefretê re mijûl bibe.

Serdana Pompeo, tevî ku Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîka Donald Trump têkiliyên kesane yên dostane didomînin jî, di demeke ku peywendîyên di navbera her du hevalbendên NATO'yê jiber nakokîyên gelek mijaran alozdar û xirab e, pêk hat.

Medya Tirkîyê radigîhînin ku piştî ku Pompeo red kirîye ku bo serdanek fermî biçe paytext Enqere, karbidestên Tirk bi rengekî sar nezî Pompeo bûne.

Karbidestekî payebilind yê Wezareta Derve ya Tirkîyê di derbarê wan nûçeyan de ti şirove nekir û sedema ku Pompeo bi karbidestên Tirk re hevdîtin nekirîye, dîyar nekir.


XS
SM
MD
LG