Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo: Trump Dixwaze ku Hejmara Leşkerên Amerîkî yên li Afganistanê Kêm Bike


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo dîyar kir ku Serok Donald Trump dixwaze ku heta hilbijartina seroktîyê ya 2020’an hejmara leşkerên li Afganistanê kêm bike.

Li paneleke li Washingtonê, ji Pompeo aqûbeta hejmara leşkerên Amerîkî yên li Afganistanê hat pirsîn.

Pompeo da zanîn ku Trump xwestiye ku hejmara leşkerên Amerîkî yên li Afganistanê kêm bibe.

‘’Ser vê mijarê zelal e: Şerê dawî lê nayê biqedînin û hejmara leşkaran kêm bikin. Ne tenê leşkerên me. Em hêvî dikin ku li herêmê hewcedarîya bo leşkeran kêm bibe’’ Pompeo got.

Li Afganistanê bi qasî 14000 leşkerên Amerîkî hene. Leşkerên Amerîkî hêzên Afgan perwerde dikin, şêwirmendîyê bo wan dikin û operasyonan dimeşînin.

Îsal, heta niha herî kêm 11 leşkerên Amerîkî li Afganistanê hatine kuştin.

Li ber e ku di rojên pêş me de di navbera Amerîka û Talîbanê de hin hevdîtinên nû destpê bikin.

XS
SM
MD
LG