Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo: Amerîka Piştî Kuştina Silêmanî Pêgîr e ku Girjî Pirtir Neke


Raab û Pompeo

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo îro Înê got ku Amerîka pêgîr e ku girjî û alozî pirtir neke, piştî ku qumandarê Hêza Qudsê Qasim Silêmanî di êrîşeke esmanî ya Amerîkî de hate kuştin.

Pompeo ji ser Twitterê ragihand ku ew derheqa biryara tunekirina Silêmanî bi hevtayê xwe yê Brîtanî Dominic Raab û yê Çînî Yang Jiechi re peyivî.

Silêmanî ji alîyê Amerîka ve wek danêrê bandora mezin ya Îranê ya li seranser Rojhilata Navîn dihat dîtin.

Pentagonê ragihandibû ku Silêmanî êrîşên dijî diplomat û leşkerên Amerîkî yên li Îraqê û li seranser hêrêmê plan dikirin û ew ser fermana Serok Trump, jibo parastina Amerîkîyan hate kuştin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG