Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo: Hemî Dîplomatên Amerîkî ji Venezuela Derketin


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo dîyar kir ku dîplomatên dawî yên li Balyozxaneya Amerîka ya li Venezuela ji wî welatî derketine.

Pompeo ji Twitterê da zanîn ku ewê piştgirîya bo gelê Venezuela û rêberê rikeberîyê Juan Guaido bidomînn û got ku ew li bendê ne ku ‘’kêlîyekê zûtir vegerin Venezuelayeke azad û demokratîk’’

Ji balyozxaneya li Caracas jimareke maşîneyan derketibû û ala Amerîka hatibû daxistin.

Pompeo rojek berê gotibû ku dîplomatên Amerîkî yên li Venezuela bo sîyaseta Washingtonê ya dijî Caracasê dibin kêşe û dîyar kir kibû ku ewê hemî xebatkarên li balyozxaneyê vekişînin.

Amerîka û jimareke welatên din yên Ewrupa, dijî Serokê Venezuela Nicolas Maduro piştgirîya Guaido dikin.

Maduro, rêvebirîya Amerîka hewildaneke darbeyê ya dijî wî tawanbar dike.

XS
SM
MD
LG