Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo: Hin Karmendên Wezareta Derve bi Vîrusa Korona Ketine


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo dîyar kir ku hin karmendên wezaretê yên li seranserê cîhanê bi vîrusa korona ketine.

Pompeo di preskonferansa li wezaretê de da zanîn ku testên jimareke kêm ya karmendên wezareta derve pozîtîf derketine.

Wî dîyar kir ku ew tedbîrên bo hemî Amerîkîyên testên wan yên vîrusa korona pozîtîf derketine werdigirin, seba karmendên wezaretê yên bi wê nexweşîyê ketine jî werdigirin.

Vîrusa korona li temamê Amerîka ketiye canê 4527 kesan û bi kêmî ve 88 kes kuştine.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG