Wezîrê Derve yê Amerîka dê di hefteya pêş de serdana Yunanistanê bike.
Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku Pompeo dê di navbera 27’ê Îlonê û 2yê Cotmehê de here Yunanistan, Îtalya, Vatîkan û Xirvatistanê.
Pompeo dê li Yunanistanê bi serokwezîrê wî welatî Kyriakos Mitsotakis û wezîrê derve yê wî welatî Nikos Dendias re bicive.
Li gor daxuyanîya wezaretê, di serdana Pompeo de dê helwesta Amerîka ya bo aştî û aramîya li rojhilata Derya Sipî were nû kirin û peywendîyên Washington û Atîna were pîroz kirin.
Wezîrê Derve Pompeo dê serdana Selanîk û Gîrîtê jî bike û li wir peymanên ser teknolojî û zanistê îmza bike.