Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pope Francis Êrîşa Pittsburghê Şermezar Dike


Papayê Vatîkanê Pope Francis îro Yekşemê êrîşa dijî kinîşteka Cihûyan li bajarê Pittsburghê Amerîkî bi tundî şermezar kir û ew wek “kiryareke ne mirovî ya tundûtijiyê” bi nav kir.

Di axaftina xwe ya îro de li meydana San Peter Francis got êrîşa doh Şemiyê metirsîdar bû û “ bi rastî, em hemî birîndar kirin.”

Tê zanîn di encamê êrîşa wîlayeta Pennsylvania de 11 bawermendên cihû hatin kuştin û 6 kesên din birîndar bûn.

Robert Bowers ê 46 salî ku êrîş pêkanîbû hatiye girtin û bi 29 gunehan hatiye tawanbarkirin, di nav de jî bikaranîna tundûtijiyê û binpêkirina yaseyên mafên sivîl.

XS
SM
MD
LG