Lînkên eksesibilîtî

Papayê Vatîkan Banga Diyalogê Dike di Navbera Filestînî û Îsraîliyan de


Papayê Vatîkan Pope Francis îro yekşemê banga diyalog û navînciyatiyê kir li orşelîm ji bo vegerandina aştiyê.

Wî di axaftina xwe de li meydana San Peter got:

"Ez bi tirs, girjî û tundûtijiya van rojên dawî li Orşelîmê dişopînim. Ez ji dil hest bi pêwîstiya bangekê dikim ji bo diyalog û navînciyatiyê.”

Wî daxwaza nimêjan kir bi hêviya ku hemî alî pêşniyarên xwe yên “lihevhatin û aştiyê “pêşkêşkin.

Hêjayî gotinê ye, roja înê sê Îsraîlî hatin kuştin li wargeheke Cihû ya Qeraxa Rojava ya di bin destê Îsraîlê de, piştî ku sê Filestînî di kiryarên tundûtijiyê de hatin kuştin bi sedema siwarkirina Îsraîliyan kamîreyên çavdêriyê li hin xalên sereke yên dergehê bajarê kevin ê Orşelîmê.

XS
SM
MD
LG