Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pope Fransîs Dibêje, Bazirganên Mirovan Rawestînin


Pope Francis
Pope Francis

Pope Francis roja Yekşemê bang li rayedaran kir ku qaçaxçiyên mirovan yên ku li Derya Spî kar dikin rawestînin, di demekê de ku wî dilgiraniya xwe anî ziman ji bo karesata keştiya koçberan a hefteya borî li peravên Îtalya, ku tê de bi dehan kes hatin kuştin.

Papa di axaftina xwe ya heftane ya ji bo girseya li Meydana St. Peter de got, "Ji bo trajediyên bi vî rengî careke din neqewimin ez banga xwe nû dikim. Bila rê li bazirganên mirovan bê girtin."

Rayedarên herêmî diyar kir ku piştî bûyerê heta niha 70 cenaze hatine derxistin. Koçber ji Tirkiyê derketine û ji welatên Afghanistan, Pakistan, Îran, Somal û Sûriyê ne.

Pope got, "Bila rêwîtiyên hêviyê careke din nebin rêwîtiyên mirinê, bila avên zelal ên Deryaya Navîn êdî bi qezayên wusa dramatîk xwîn nebin."

Nêzîkî 80 kes sax man piştî ku keştî perçe bû û di nav deryaya dijwar de li nêzî Steccato di Cutro, havîngehek li peravên rojhilatê herêma Calabria, binav bû. Rayedaran texmîn kir ku wê nêzî 200 koçber hilgirtine.

Sê qaçaxçiyên gumanbar vê hefteyê hatin girtin û dozgeran dest bi vekolîna awayê bersivdayîna karesatê kirin, piştî tawanbariyên ku rayedaran dereng bersiva hawarçûnê dan.

Pope got, "Ez ji bo gelek qurbaniyên keştiya binavbûyî, ji bo malbatên wan û ji bo kesên sax dua dikim."

Serokwezîra Îtalyayê ya rastgir Giorgia Meloni, ku vê hefteyê bang li rêberên Yekîtiya Ewropî kir ku ji bo rawestandina koçberiya neyasayî karekî bêtir bikin, pesna gotinên Pope da.

Wê di posteka li ser Facebookê de got ku Hikûmet "berdewam bû li ser bicihkirina hemû hêzên pêwîst ji bo şerê li dijî qaçaxçiyên mirovan û rawestandina mirina li deryayê."

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG