Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Portekîz Wê Vaksîna AstraZeneca Tenê jibo Kesên ji 65 Salî Biçûktir Bixebîtine


Vaksîna COVID -19 ya AstraZeneca

Wezareta saxlemîya Portekîzê îro Duşemê got dîyar kir ku baştir e ku vaksîna COVID -19 ya AstraZeneca bo kesên di bin temenê 65 salan were bikar anîn.

Portekîz welatê herî dawî ya Ewrupa ye ku ser bandora vaksînê ya bo mirovên pîr de nêrînên xwe diyar dike.

Hevdem, wezaretê balkişand ku dîsa jî heke tenê derfeta vaksîna AstraZeneca hebe, pêdivî ye ku vaksînkirina kesên 65 salî yan jî yên pîrtir neyê dereng xistin.

Portekîzê heya niha 765.414 bûyerên vîrusa korona û 14.158 mirinên jiber vîrusê ragihandiye.

42.300 dozên beşa yekê yên vaksînên AstraZeneca roja Yekşemê giheştibû Portekîzê.

Wezareta saxlemîya Portekîzê dibêje, heya niha tenê kêmtirê 390.000 dozên vaksîna Pfizer / BioNTech û 19200 dozên yê Moderna vergirtîye.

Almanya, Fransa, Avusturya û Norvecê dîyar kiribûn ku ewê vaksînê jibo kesên di bin temenê 65' an bikar bînin.

Polonya ev sînor wek heya temenê 60' an û herwiha Îspanya û Îtalya jî heya temenê 55' an ragihandibûn.



XS
SM
MD
LG