Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Portekîz Qedexeya Derketina Kolanan Heta Nîva Şubatê Dirêj Kir


Kolanên vala yên paytext Lisbonê
Kolanên vala yên paytext Lisbonê

Parlamana Portekîzî îro Pêncşemê qedexeya netewî ya derketina kolanan heta nîva meha Şubatê dirêj kir.

Bi zêdebûna pêketinên vîrusa korona û givaştinên wê yên ser sîstema saxlemîya Portekîzê, erokwezîr Antonio Costa berpirsîya xirabtirbûna rewşa pandemîyê hilgirt ser xwe.

Wî ji televîzyona TVI re got ku rewş pir gelek xirab e. “Ez ditisim ku di hefteyên pêş de rewşa heyî wê hîn gelek xirabtir be.”

Tevî ku nîfûsa Portekîzê 10 mîlyon e, îro 303 mirinên ji COVID-19 û 16,432 pêketinên nû hatine ragihandin.

Pisporên saxlemîyê Costa û hikûmetê wî rexne dikin ku tedbîrên pêşîgir yên dijî korona, di navbera Krîstmisê û destpêka salîê de sist kiribûn.

Costa da zanîn ku rewşa xirab bi hatina cureyên nû yên vîrusa korona giheştiye rewşeke hîn dijwartir.

XS
SM
MD
LG