Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Portugal: Gomana Terora Navnetewî di Dizîya Cebilxana Nîştîmanî de Heye


Ofîsa Serdozgerê Giştî yê Portugalê roja Sêşemê ragihand ku, goman heye destê terora navnetewî di dizîya dawiya heftiyê de hebe, yaku li Cebilxaneya Niştîmanî ya çekan da pêkhatî û bûyer weke "gelek şareza", hatîye bi nav kirin.

Daxûyaniya ofîsa serdezgerê giştî dibêje, divê lêkolîn û lidûvçûn bihên berfireh kirin derbarê dizîna bombeyên destan û teqemeniyên eyar 9 mlim û dibe çekên din jî hebin bihê kirin.

Heta niha hêzên leşkerî lîsta çekên hatîn dizîn zela nekîrîye û nehatîye diyarkirin kanê çi çekên din di wê dizîyê de hebin, yaku roja çarşemba bûrî li bingeha hêzên esmanî li Tancos ya 100 km dûrî paytext Lişbon, pêkhatî.

Wezîrê berevanîya Portugalê Azeredo Lopes got, dizan bûyer bi "şarazeyek baş" encam daye û got, tawanbaran dizî bi riya kolana derwazekê di dîwarê bingeha leşkerî da pêkanîye xwe gihandîye cebilxana çekan, wezîr dibêje, wan hevparên xwe yên Ewrûpî NATO liser bûyerê agehdar kirine.

Daxûyaniya ofîsa serdozger dide zanîn ku, lêpirsînên serdozgerîyê, yên polîsên leşkerî û yekîneyên nîştîmanî yên jinvabirina terorê dê di vê pirsê de di hevkar bin.

XS
SM
MD
LG