Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Banka Navendî ya Tirkîyê Rêjeya Faîzê Naguherîne


Lîrêyê Tirk (TL).
Lîrêyê Tirk (TL).

Li Tirkîyê îro Pencşemê Komîteya Polîtîkayên Diravî ya Banka Navendî (PPK) Banka Navend jibo biryara faîzê civya.

Banka Navendî ya Tirkîyê piştî civîna yekê ya îsal, biryara xwe ya ser rêjeya faîzê bi daxuyanîyeke nivîskî eşkere kir.

Bankayê rêjeya faîzê ya ku ji 14 sedî bû neguherand û hema hişt.

Hevdem bankayê ragihand ku ewê di politikayên xwe de pêşîtîyê bide lîrêyê Tirk (TL).

Piştî eşkerekirina biryarê, nirxa dolarê Amerîkî li hember lirêyê hinekî daket. Yek dolarê Amerîkî bi 13.37 TL hat firotan.

Lîre di 2021 'an ya sala borî de li hember dolara Amerîkî ji % 44 nirxê xwe hinda kir.

Hevdem, Banka Navendî di daxuyanîyê de ser enflosyanê jî nerînên xwe ragihand.

Zêdebûna enflasyonê ya di vê heyama dawî de bi sedema tevgerên buhayên nearam ku jiber avabûnên buhayên nearam yên li bazara diravê biyanî,sedemên peydakirinê yên wek bilindbûna buhayên xwarin û berhemên çandinîyê yên di asta cîhanî de, astengîyên bo peydakirinê û her wiha pêşketinên daxwazê ye," banka navendî got.

Li Tirkîyê, enflasyon di Berfanbara 2021'an de gehiştib û 36 ji sedî ku ev asta herî bilind ya 19 salan ya desthilatdarîya serokê welat Tayyîp Erdogan e.

Li bendê bû ku piştî tedbîrên dawî yên ku bo aramkirina lireyê hatine girtin, pêvajoyeke kêmbûna enflasyonê destpê bike.

Banka Cîhanî vê hefteyê pêşbîniya geşepêdana Tirkiyê ya di sala 2022'an de ji % 4.5'an daxist ji % 2.

Daketina nirxê lîreyê û derketina înfalsyoneke bilind bûne sedema têkçûna aborîya Tirkîyê û xirabûna rewşa hemwelatîyan.

XS
SM
MD
LG