Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Prensê Abu Dabî Bi Esed re Rewşa Sûrîyê Nîqaş Dike


Prensê cîgir Mihemed bîn Zayed el-Nahyan yê Abu Dabî

Ajansa nûçeyan ya dewleta Îmaratê WAM ragihand ku prensê cîgir Mihemed bîn Zayed el-Nahyan roja Çarşemê bi serokê Sûrîyê Beşar Esed re geşedanên li Sûrîyê û Rojhilata Navîn nîqaş kiriye.

WAM di derbarê hevdîtinê de ti hûrgulîyên din neda.

Hevalbendên sereke yên herêmî yên Washington têkilîyên xwe yên aborî û dîplomatîk bi Esad re zêde kirine.

Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî (Îmarat) mîsyona xwe li Şamê di dawîya 2018'an de jinûve vekir, hemberî bandora aktorên ne-Ereb yên wek Îranê.

Li Sûriyê Îran ligel Rûsyayê pişta Esed digire, û Tirkîyê jî piştgirîya hêzên serhildêr dike.

Urdun, hevalbenda Amerîka ya bihêz, di dawîya Îlonê de derîyê sînor yê bi Sûrîyê re bi tevahî vekir, jibo pêşxistina aborîya welatan û jinûve xurtkirina peywendîyên dewletên Erebî bi Sûrîyê re.

Qralê Urdunê Abdullah jî piştî dehsalan, vê mehê cara yekê bi Esad re peyivî. Her wiha, wezîrên derve yên Misir û Sûrîyê meha borî li Civata Giştî ya NY li New Yorkê civiyan.

XS
SM
MD
LG