Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îro Roja Azadîya Rojnamegerî Ye, Lê Rojnamevan di Şertên Dijwar de Dixebitin


Di vê rojê de ku cîhan Roja Azadîya Rojnamegerîyê (World Press Freedom Day) pîroz dike, dezgehên azadîya rojnamevanîyê hişyar dikin ku azadîyên heyî kêmtir dibin.

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) dibêje, li seranser cîhanê dora 200 rojnamevan niha li zindanê ne û hikûmetên dijberî azadîyê gelek rêbazên din bi kar tînin ku karê rojnamegerîyê asteng bikin.

Rêxistina Mala Azadî (Freedom House) di raporta xwe ya dawî de ku li 199 welatên cîhanê tê kirin, azadîya rojnamegerî ya globalî ji 10 salan vir ve ketiye asta herî nizim.

“Tenê 13 ji sedê nîfûsa hemê dinê di nav azadîya rajnamevanîyê de dijî anku nûçevanîya polîtîk ne di bin giwaştinê de ye, ewlehîya rojnamevanan parastî ye û maytekirina desthilata sîyasî di nav karê rojnamgerîyê de di asta herî kêm de ye û medya ne di bin zordarîya qanûnî û ekonomîk de ye,” raporta Freedom House dide zanîn.

Rêxistina Rojnamevanên Bê Sînor (RSF) jî di raporta xwe ya derheqa Tirkîyê de bal dikşîne di sala borî de rojnamevan di bin zextên giran de ne û wekî ku ew ji alîyê desthilata sîyasî têne nêçîr kirin.

RSF di raporta xwe ya salane de Tirkîyê di nav 180 dewletên cîhanê de di rêza 151an de cîh dike û li ser rewşa heyî xema xwe dîyar dike.

RSF Erdogan û jimareke rêberên din protesto dike
RSF Erdogan û jimareke rêberên din protesto dike

RSF dide zanîn ku li Tirkîyê hember nêzîkî 2,000 kesan – nûçegîhan, kesên navdar, akademîsyen û xwnedekar– dozen fermî hatine vekirin, bi sedema yan biçûkxistina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan yan jî belavkirina “propagandayê terorîzmê.”

Di demên dawî de rojnamevanên bîyanî jî dibin armanca çavdêrîya xurt ya hikûmeta Tirkîyê. Peyamhinêra Der Spiegel ya Almanî hat mecbur kirin ku ji Tirkîyê derkeve, piîtî ku destûra wê ya rûniştinê û karkirinê nehat nû kirin.

Dîsa, rojnamevanê Amerîkî David Lepeska jî dema ji Îtalya vedigerî Enqerê, li firîngehê hat asteng kirin û destûr nehat dayîn ku têkeve Tirkîyê.

Lepeska ji Dengê Amerîka re got ku ew li benda ronkirineke fermî ji karbidestên Tirkîyê ye, jiber ku heta niha nizane sedema nehêlana wê çi ye.

XS
SM
MD
LG