Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ned Price Dibêje Amerîka Bo Daxwaza Tirkîyê ya F-16'an Ti Pêşnîyar Nekiriye,


Balafirên F-16 yên Hêzên Esmanî yên Amerîkayê (Arşîv)
Balafirên F-16 yên Hêzên Esmanî yên Amerîkayê (Arşîv)

Berdevikê Wezareta Karên Derve yê Amerîka Ned Price daxuyanîya serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan ya ser kirîna balafirên şer yên F-16'an red kir.

Ned price dîyar kir ku "tiştê ku ez dikarim bêjim ev e ku Amerîka li ser daxwaza Tirkîyê ya bo kirîna F-16'an ti pêşnîyara fînansê nekiriye, "

Erdoagan roja Yekşemê ragihandibû ku Amerîkayê ser firotina balafirên şer yên F-16'an fînanskirin, pêşnîyarê Enqereyê kiriye.

Erdogan gotibû ku Washington pêşnîyara firotina F-16 di berdêla dayîna 1.4 mîlyar dolarî ya Tirkiyê de, ku ji bo bernameya hevbeş ya balafirên şer F 35'an, kiriye.

Enqereyê bo kirîna zêdetirî 100 balafirên F-35, ku ji hêla Lockheed Martin Corp (LMT.N) ve hatine çêkirin, serî lê dabû.

Lê, di 2019'an de piştî ku Tirkîyê mûşekên S-400 ya Rûsî kirî, ew ji hêla Washingtonê ve, ji bernameyê hate derxistin.

Li ser pirsa gelo îhtimal heye ku ew drav ji bo kirîna F-16'an were bikar anîn, Price got:

"Wezareta Berevanîyê jibo çareserîyapirsgirêka ser F-35'an, bi Tirkîyê re tekilîyên xwe didomîne.

Hejayê bîr xistinê ye ku Tirkîyê û Amerîka di van salên dawî de li ser gelek mijaran lihev nakin, ji kirîna S-400 û bandorên wê heya cûdahiyên di siyaseta Sûrîyê de.

XS
SM
MD
LG