Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Price: Berjewendîyên Washington û Enqerê li Sûrîyê Hevbeş In


Berdevikê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price dîyar kir ku berjewendîyên wan û yên Tirkîyên li Rojhilata Navîn hevbeş in.

Price da zanîn ku bi taybetî li Sûrîyê, berjewendîyên Washington û Enqere wek hevdu ne.

Li ser pirsa ‘’Tirkîye û rêvebirîya Biden dikarin li Îdlibê bi hevdu re bixebitin?’’, Price got ‘’Berjewendîyên me û yên hevalbendên me yên Tirk yên li hêrêmê hevbeş in û bi taybetî jî li Sûrîyê rewişeke wisa heye.’’

Wî da zanîn ku ewê bo berjewendîyên xwe pêk bînin bi awayekî avaker bi wan re bixebitin.

Price roja Duşemê ji ser Twitterê 33 leşkerên Tirk yên li Îdlibê hatibûn kuştin bi bîr anîbû.

Wî dîyar kiribû ku wan li hember ‘’zilma rejîma Esad û hevkarên wê yên Rûs û Îranî’’ berevanîya sîvîlan kirine û dabû zanîn ku ew ligel Tirkîyê ne.

Leşkerên Tirk di Sibata 2020'an de bi êrîşa esmanî hatibûn kuştin. Tirkîyê ser êrîşê hêzên rejîma Sûrîyê tawanbar kiribû, û Rûsya jî piştî êrîşê dîyar kiribû ku leşker gerek ne li wê herêmê bûna.

XS
SM
MD
LG