Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Proseya Dengdanê li Misrê Berdewame


Proseya dengdanê li Misrê bi dawî bû, jibo hilbijartinên dîrokî yên serokatîyê ku nuha navbera berbijarên Îslamî û hêzên secular ku girêdayî serokê berê Hosnî Mubarak in.

Hikûmetê roja Pêncşemê kire bêhnvedan da ku rê bide gel karibin deng bidin.

Lê peyamnêra Dengê Amerîka li Qahîre, Elizabeth Arrott dibêje dengdana roja Pênşemê ku ya dawî bû, qels bû. Li gorî wê, hijmareke biçûk ji xelkê berê xwe dan sindoqên dengdanê.

Çavdêrên hilbijartinê gotin dengdana Çarşemê bi aştîyane derbas bû li dema bi milyonan hemwelatîyên Misrê li ber sindoqên dengên rêz bûbûn jibo hilbijartina yekem serokekê demokrat bo welat, piştî 60 salî ji rêverbirîya leşkerî.

Ev dengdan hate kirin, 15 mehan piştî ku serokê berê Mubarak ji dest ji serokatîyê berda paş protestoyên girseyî li seranserî Misrê.

Hêjayî gotinê ye, her çar berbijarên serokartîyê ev in, serokwezîrê berê Ahmed Shafiq, wezîrê derve yê berê Amro Mûsa, rêberê Îslamî Mihemed Morsî ji Biraderên Misliman û Abdul Moneim Aboul Fatouh, ku piştgirîya Fileh û Çepgir û Liberalan wergirtiye.

XS
SM
MD
LG