Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

30 Kes di Protesoyên li Amedê de Hatin Desteser Kirin


Li Amedê protestoyên dijî bidûrxistina bajarvanê wî bajarî û erkdarkirina qeyum di roja sêyan de jî dewam kir.

Walîtîya Amedê piştî erkdarkirina qeyûm dabû zanîn ku protesto hatine qedexe kirin.

Bajarvanê Amedê yê ji kar hatiye dûr xistin, Selçuk Mizrakli, di çalakîya rûniştinê dîyar kir ku bertekên bajarîyan rêwa ne.

Koma rûniştî piştre dest bi meşê kir û polîsan mudaxaleyî wan kir. Di protestoyan de 30 kes hatin desteser kirin.

AFP'ê dabû zanîn ku dijî protestoyan 500 polîs tedbîrên ewlekarîyê sitandine.

XS
SM
MD
LG