Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Protestoyên Dijî Seroka Demkî ya Bolîvya Didomin


Bolivia supporters Evo Morales

Li Bolîvya protestoyên dijî seroka demkî Jeanina Anez, ku piştî karvekişîna Evo Morales dest bi kar kiribû, didomin.

Di xwepêşandanên dawî de 2 kes ji alîyê polîsan ve hatin kuştin.

Hejmara kuştîyên piştî hilbijartina 20’ê Cotmehê, bi kuştinên dawî re bû 25.

Kesên dijî Anez protestoyan li dar dixin bi sloganan dîyar dikin ku ew ‘’nijadperest’’ e, wê darbe kiriye û karvekişîna wê dixwazin.

Di hilbijartina 20’ê Cotmehê de Evo Morales bi ser ketibû, lê rikeberîyê îdia kiribû ku wî sextekarî kiriye û dest bi protestoyan kiribû.

Piştî protestoyan, Morales bi zexta artêşê re karvekişîna xwe ragihandibû û çûbû Meksîko.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG