Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Protestoyên li Îraqê de 4 Kes Hatin Kuştin


Protestoyên li Bexda ya paytexta Îraqê jinûve destpê kirin.

Di protestoyan de, polîs û xwenîşanderan êrîş birin ser hevdu.

Xwenîşanderên li Bexda hewil dan ku rêyên sereke bigirin.

Li cîhên wek Nasirîye, Kerbela û Amara jî xwepêşandan çêbûn.

Di xwepêşandanan de 2 ji wan polîs 4 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Xwepêşandanên li Îraqê di 1’ê Cotmehê de jiber ‘’hejarî, bertîl û xizmetên xirab yên hikûmetê’’ destpê kiribûn û heta dawîya sala 2019’an jî dom kiribûn.

Heta niha pirtir ji 450 kes di xwepêşandanan de hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG