Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Protestoyên Dijî Aleksander Lukashenko Didomin


Protestoyên dijî Serokomarê Belarusê Aleksanser Lukashenko di hefteya 7’an de dom kirin.

Bi hezaran kes li Mînsk ya paytexta Belarûsê dijî Lukashennko slogan gotin û bang li wî kirin ku karvekişîna xwe ragihîne.

Polîsên Belarûsê bo xwenîşander belav bibin gazên rondikrêj karanîn.

Li gor bizavkaran mafên mirovan di protestoya dawî de 59 xwenîşander hatin desteser kirin.

Lukashenko bo serokomarîya dewra 6’an di 23’yê Îlonê de bi merasîmeke demûdest sond xwaribû.

Hin xwenîşanderan tac dan ser serên xwe û qerfên xwe bi sonda Lukashenko kirin.

Aleksander Lukashenko dîyar kiribû ku ew di hilbijartinên 9’ê Tebaxê de bi ser ketiye, lê rikeberîyê dabû zanîn ku di hilbijartinan de sextekarî çêbûye û alîgirên opozîsyonê daketibûn qadan.

XS
SM
MD
LG