Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Puigdemont: Bo Katalonya Çareserîyeke Xencî Serxwebûnê jî Dibe


Serokê berê yê Rêvebirîya Xweser ya Katalonya Carles Puigdemont, ku meha borî piştî lidarxistina referandumê ji kar hatibû dûr xistin, dîyar kir ku bi danûstandinên bi Îspanya re xencî serxwebûnê jî çareserî dikare bê dîtin.

Parlamentoya Katalonya di dawîya meha borî de serxwebûn ragihandibû. Li dû ragihandina serxwebûnê, hikûmeta navendî ya Îspanya dest danîbû ser rêvebirîya Katalonya û Puigdemont jî çûbû Belçîka.

Puigdemont ji rojnameya Le Soir ya Belçîka re dîyar kir ew ji destpêkê ve bo çareserîyên xencî serxwebûnê jî amade ye.

‘’Ez amade me, ez tim jî bo pejirandina peywendîyeke din bi Îspanya re amade bûm’’ Puigdemont got.

Puigdemont da zanîn ku di temamê jîyana xwe de alîgirê serxwebûnê bûye û 30 sal bo peywendîyeke din ya Katalonya û Îspanya çêbibe xebitîye.

Ji alîyê din ve Serokwezîrê Îspanya Mariano Rajoy jî ji rojnameya Handelsblatt ya Almanya re dîyar kir ku ‘’jiber ku kesên dixwazin ji Îspanya veqetin dixwazin tenê serxwebûnê biaxifin, bi wan re danûstandin nabe’’

XS
SM
MD
LG