Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekîtî Niştimanî Kurdistan Kongira Xwe ya Çarem Dest Pê Dike


Îro Şemiyê kongira çaremîn a Yekîtî Niştimanî Kurdistan li bajarê Silêmaniyê dest pê kir û biryar e sibe Yekşemê encûmena danayan û encûmena serkirdayetî bêne hilbijartin.

Encûmena danayan a ku biryare bête hilbijartin, Kosret Resûl dibê serokê wê û heft endamên mekteba siyasî dibine endam tê de û biryar e ku Mele Bextiyar bibe cîgirê Kosret Resûl.

Encûmena serkirdayetî jî jimara wê 121 kes in û niwênerên hemî navçeyên Kurdistanê, li gor jimara dengên Yekîtî di hilbijartinên borî de, li nav encûmena serkirdayetî dibin.

Li gor zanyariyên Dengê Amerîka rêkeftin bûye ku serokê niha yê Îraqê Dr. Berhem Salih bibe serokê Yekîtî û Bavêl Talebanî û çend kesên din jî bibine cîgir.

Faxîr Şîleyî ku endamê kongirê ye ji Dengê Amerîka re got,” îro her yek ji Dr. Berhem Salih û Qubad Talabanî û Rêwaz Fayeq, bê beşdarkirina di dengdanê de bûne endamên serkirdayetiyê.”

Kongira Yekîtî roja Yekşemê berdewam dibe lê hîn nediyar e ku ewê sibe bidawî bê yan wê ta roja Duşemê berdewam bibe.

XS
SM
MD
LG