Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin û Erdogan Hevbîr In ku Tevî Kuştina Balyozê Rûsî Peywendîyên Dualî Bidomin


Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan hevbîr bûn ku kuştina balyozê Rûsî li Enqerê wê zararê nede peywendîyên navbera du welatan.

Erdogan li Stenbolê got ku em hevkarîya xwe ya bi Rûsya, taybetî jî li Sûrîyê firehtir dikin û têgiheştina me ya hevbeş ligel Putin ew e ku ev kuştinkarî wê peywendîyên me asteng neke.

Erdogan da zanîn ku wî derengîya Duşemê bi telefonê ligel Putîn peyîvîye.

Wezîrên derve yên Rûsya Sergei Lavrov û yê Tirkîyê Mavlut Çavuşoglu îro bi hevre kulîlk danîn ser portreya balyozê kuştî Andrei Karlov ya li Moskow.

Cavusoglu got ku gelê Tirk jî jiber kuştina balyoz Karlov bi qasî gelê Rûş û Rûsya şînî digire.

Wezîrên her du welatan û yê Îranê îro li Moskowê civîn ku kêşeya Sûrî gotubêj bikin. Lavrov piştî civînê ragihand ku her sê alî qayil bûye ku di navbera hikûmeta Sûrî û opozîsyonê rêkeftinek bê kirin.

XS
SM
MD
LG