Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin Amerîkayê Bi Azirandina Opozîsyonê Tawanbar Dike


Putin Amerîkayê Bi Azirandina Opozîsyonê Tawanbar Dike
Putin Amerîkayê Bi Azirandina Opozîsyonê Tawanbar Dike

Serokwezîrê Rûsyayê Vladimir Putin nerazîbûna xwe li dijî Amerîkayê dîyar dike û Washîngtonê bi azirandina opozîsyonê gunehbar dike.

Birêz Putin îro Pêncşemê got, daxuyanîyên Wezîra Derve ya Amerîkî Hillary Clinton "îşaretek daye" hevrikên wî.

Xanim Clinton gotibû ku hilbijartinên parlemanê yên Rûsî ne azad bûn, ne jî rewa û encamên wê jî bi şik û guman in.

Rêberên opozîsyonê jî biryar da ku xwepêşandanên sê rojî pêk bînin da ku nerazîbûna xwe dijî encamên hilbijartinê dîyar bikin. Çavdêrên navnetewî dibêjin, dengana Yekşemê bi îdîayên sextekarî û gelek nêrekîyên din hate kirin.

Rêberê berê yê Sovyetê Mikhail Gorbachev ji banga pûçkirina hilbijartina Yekşemê kir û daxwaz kir ku hilbijartin jinûve werine kirin. Rêberê 80 salî got, encamên hilbijartinê vîyana gelê Rûsyayê nîşan nadin.

XS
SM
MD
LG