Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin jibo Cara Sisêyan Dibe Serokê Rûsyayê


Li Rûsyayê Vladimir Putin îro Duşemê sond xwar û jibo cara siseyan bû serokê wî welatî.

Di merasîma li Qesra Kremlinê de ku dora 2.000 mevanên bijarte amade bûn. Putin destê xwe dîna ser kopîyeke qanûna bingehîn û sond xwar ku "ji maf û azadîyên gel re rêzê bigire û wan opiparêze”.

Jibo merasîma sondxwarinê polîs pîvanên parastinê li Moskow'ê xurtir kirin. Polîs her wiha 120 xwenîşandêr desteser kirin ku piranîya wan endamên tevgera dijî Putîn in.

Birêz Putin ji sala 2008’an vir ve ku dest ji seroktîyê berdabû, serokwezîrîya Rûsyayê dikir.

Vladimir Putin di hilbijartina 4’ê Adarê de bi ferqekî mezin serkeftina xwe destve anîbû.

XS
SM
MD
LG