Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pûtîn Dibêje, Gurkirina Milmilanê bi NATO re li Derya Reş Hewce Nake


Putin di civîna serleşkerên Rûsî de

Moskow, 14 Mijdar (Reuters), Pûtîn got ku ne hewce ye milmilanêyek nû li Deryaya Reş bi NATOyê re bihê zêde kirin, û pêşniyara manûwira leşkerî ya bilez red kir.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di hevpeyvîneke ku roja Yekşemê hat weşandin de got ku wî Pêşniyara wezareta berevaniyê y Rûşî red kir ya ji bo lidarxistina rahênanên leşkerî yên deryaya Reş, weke bersivdana çalakiyên NATOê li herêmê ji ber ku wî nexwest aloziyên li herêmê mezintir bibin.

Rûsya zêdebûna çalakiyên leşkerî yên Amerîîka û NATO yê li herêma derya reş gilî kirin û ew weke metirsî binav kir, dema ku hevalbendên NATO li herêma Deryaya Reş çalakiyên balafira sîxurî ya rojavayî ya pêşkerftî, firokên bombeavêj yên stratejîk, û hebûna du keştiyên şer yên Amerîkî li herêmî zêde kirîn, bûne ciyê gomana Rûsya.

Ew çalakiyên leşkerî li derdorê nîv girava Kirimê pêk tên, li herêma Deryaya Reş, piştî ku Rûsyayê sala 2014ê, ew herêm ji Ukraniya vekir û niha Kyiv (Kiev) dixwaze vegerîne.

Di heman demê de alozî zêdebûn, piştî ku berpirsên Amerîkî dîtin ku Rûsya hêzên xwe li nêzîk sînorê Ukraynayê zêde dike û pirsa koçberan di nêva Belarûsê ku hevalbenda herî nêzîk ya Kremlinê ye û welatên Yekîtîya Ewrupa de derxist holê.

Di hevpeyvînek televîzyona dewletê de ku li ser malpera Kremlin hate weşandin, ku dê îro Yekşemê dereng temaiya wê were weşandin, Putin got ku ew naxwaze aloziyên li herêma Deryaya Reş gurtir bike. Wî got “Divê ez bêjim ku pêşniyarek Wezareta me ya Parastinê hebû ku li avên herêmî rahênanek leşkerî encam bidin. Lê ez wisa bawer dikim dê bêwate be û ne hewce ye ku alozî li wê herêmê gurtir bibin."

Herwiha Putin got “Ji ber vê yekê wezareta parastinê xwe bi şopandina tevgeriyana Balafir û keştiyên (NATO), sinordar dike" Putin ev yek ji kanala Rûsyaa-1 re got.

Amerîka ragihand ku keştiyên wan yên şer li Derya Reş in, ew ji bo xurtkirina hevkariyê bi hevalbendên NATOyê re li herêmê ne.

Putin rahênan leşkerî yên Amerîka û NATO li herêma Derya Reş rexne kirin û got "...Ev ji bo me dijwariyek cidî ye."

XS
SM
MD
LG