Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin Dibêje Rûsya Dê Berevaniya Serweriya Sûriyê Bike


Serokê Rûsya Vladimir Putin

Kirêmlên îro Şemiyê ragihand ku serokê Rûsya Vladimir Putin di boneyeka sersalê de ji hevtayê xwe yê Sûrî Beşar Esed re gotiye Rûsya dê berdewam be di piştgiriya hewlên Sûriyê de bo berevaniya serweriya wê.

Putin got Rûsya dê her alîkariyekê pêşkêşî Sûriyê bike ji bo parastina serweriya dewletê û yekîtiya welêt, bi riya proseya seqamgîriya siyasî û her wiha vejanadina abûriya niştimanî.

Demekê berê vê mehê Putin ferman da hêzên Rûsî ku dest bi kişandina hin hêzan bikin ji Sûriyê, lê got Rûsya dê bigeha esmanî ya Himêmîm li parêzgeha Laziqiye û her wiha ya Tertûsê wek bingehên demdirêj bihêle.

Tê zanîn, Rûsya di sala 2015an de dest bi êrîşên esmanî kir li Sûriyê wek piştgirî ji rêjîma Esed re di destêwerdaneke herî mezin de li Rojhilata Navîn di dehsalan de û hîşt ku ESed di gelek cihan de bisekeve li dijî opozisyonê.

XS
SM
MD
LG