Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin Dibêje Wan Trump li Ser Tevgrea Rûsya li Sûriyê Agehdar Kirî Ye


Putin û Trump di G20 de, Osaka 2019
Putin û Trump di G20 de, Osaka 2019

Serokê Rûsya Vladimir Putin roja Şemiyê got wan agahî dane hevpîşeyê xwe yê Amerîkî Donald Trump derbarê tedbîrên Rûsya li Sûriyê stendine û karên ku ew li wêderê bi cî tînin.

Putin di çarçova Komcivîna G20 de li Osaka ya Japonya li gel serokê Amerîka Donald Trump civîya bû.

Hat hînbûn ku di civîna hevbeş de Trump ji Putin xwestîye ku li Sûriyê xwe ji azardan û bombekirina sivîlan dûr bixin.

Li aliyek din, hat ragihandin ku hêzên artêşa Sûriyê îro Şemiyê bi dijwarî Îdlib bombebaran kirîye, tê gotin ku hêzên Rûsî yên li Sûriyê, xwe amade dikin bo êrîşeke berfireh bo ser Îdlibê. Herwiha şer û pevçûn di navbera hêzên artêşa Tirkiyê û leşkerê rejîma Sûrî rû daye û binghên hevdu bombebaran kirine.

Derbarê pirsa kanê civîna li gel Şêwirmenda Almanya Angela Merkel li ser Ukrayina gihane çi encam, Pûtin got, ew lihev hatine ku danûstendinên piralî li ser wê pirsê berdewam bikin.

XS
SM
MD
LG