Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Rûsya Vladimir Putin Spasîya Xwe li Serok Trump Kir



Kremlîn bi nivîskî radigihîne ku, Serokê Rûsya Vladimiri Putin, jibo ku plana êrîşeke terorî ragihandine, bi rêya telefonê spasiya xwe li Serok Trump kiriye.

Li gorî daxuyanîya Kremlînê, îstîxbarata Navendî ya Amerîka, agahî daye îstîxbarata Rûsya ku 2 welatîyên Rûsî, plan dikin şeva sersalê li bajarê St. Petersgburgê êrîşeke terorî pêkbînin.

Ajansa Tass ya Rûsî jî ragihand ku, îstîxbarata Rûsî FSB, herdû gûmanbaran girtine û plana wan jî bidestxistine.

Kremlîn di berdewamiyê de ragihand ku, Serokê Rûsya Putîn li ser vê pêşketinê roja yekşemê telefonê Serok Trump kir û jibo agahdarkirinê spasîya xwe kir.

Hêjayî gotinê ye ku herî zêde axaftinên bi telefonê yên di nav Trump û Pûtîn de, li ser têkilîyên bazirganî, pêşketinên li Sûrîye û Koreya Bakûr bûn.

XS
SM
MD
LG