Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin: Ez Guh Nadim Îdîayên Amerîka yên Destêwerdana Hilbijartinan


Serokê Rûsya Vladimir Putin dibêje îdîayên Amerîka yên destêwerdana Rûsan di hilbijartinên Amerîka de, bo wî ne xem in ji ber ku kiryarên bûyî ne girêdayî hikûmeta wî ne.

Di hevdîtinekê de li gel Kenala NBC ya Amerîkî ku îro Şemiyê hat belavkirin, Putin her wiha got renge hin ji wan 13 kesên hatî tawanbarkirin, ne Rûsî bin.

Wî got:

“Renge ew qet ne Rûsî bin, lê Ukranî bin, Tatar an Cihû bin, lê nasnameya Rûsî bi wan re be, û heta ewjî divê vekolîn li dor wê bibin."

Putin got Rûsya ne alav û ne jî niyaz hene ku destêwerdanê di hilbijartinên Amerîka de bike.

Wî di dirêjiya hevdîtinê de bêhtirî carekê anî ziman ku Waşinton red dike destpêşxerîyêmn Rûsî ji bo karkirina li gel hev li dor kêşeyên ewlekariya internêtê.

Putin Îdîa kir ku Amerîka “herdem” destêwerdanê di hilbijartên Rûsya de dike lê ji welatê wî mihale ku “heman tiştî bike.”

XS
SM
MD
LG