Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya ji Rêkeftina Navokî ya Dema Şerê Sar Vedikşe


Serokê Rûsya Vladimir Putin û Wezîrê wî yê Derve Sergei Lavrov
Serokê Rûsya Vladimir Putin û Wezîrê wî yê Derve Sergei Lavrov

Serokê Rûsya Vladimir Putin îro Şemiyê ragihand ku Rûsya beşdarbûna xwe ya di rêkeftina hêzên navokî ya qonaxa şerê sar de radiwestîne.

Ev gava Rûsya tê piştî ku Amerîka roja Înê heman biryar da.

Putin îro Şemiyê di axaftineke tilfizyonî de got:

“Hevkarên Amerîkî ragihand ku ew beşdarbûna xwe di rêkeftinê de radiwestînin, em jî wiha dikin.”

Putin got wê Rûsya dest bi kar bike ji bo çêkirina mûşekên nû.

Wî ji wezîrên xwe yên derve û berevaniyê re got ku pêşniyara axaftinên jinavbirina çekan li gel Waşntonê nekin.

Serokê Amerîka Donald Trump roja Înê di daxuyaniyekê de rawestana pêgiriyên Amerîka bi rêkeftinê ragihand û Kremlin bi binpêkirina wê tawanbar kir.

XS
SM
MD
LG