Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin: Moskow di Sîyaseta Piştgirtina Hikûmeta Sûrî de Guhertinan Nake


Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, Îlon 5, 2012.
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, Îlon 5, 2012.
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin dibêje, Moskow ne hazir e ku di sîyaseta xwe ya piştgirtina hikûmeta Sûrî de guhertinan bike.

Birêz Putin her wiha got, welatên Rojava grubên mîlîtan yên wek El Qaydeyê bikar tînin ku Serokê Sûrî Beşar Esed ji desthilatê gêr kin.

Vladimir Putin di axaftina xwe ya televîzyona Russia Today de nerazîbûna xwe dîyar kir ku çima tenê Rûsya divê sîyaseta xwe ya ser Sûrîyê biguhere.

Wî got, belku divê şîrikên me yên danûstandinê pêdaçûnê li ser sîyaseta xwe bikin.

Pirsek li rêberê Rûsî hate kirin ku piştî sê car vetokirina pêşnîyarên Civata Ewlehîyê ku armanc dikir ku dawî li tundîya Beşar Esed bîne, gelo Rûsya li ser sîyaseta xwe ya ser Sûrîyê piştrast e.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bêyî ku navê ti welatekî bide, got, welatên Rojava ku hewil didin Beşar Esed jio destilatê dûr bêxin, grubên mîlîtan bikar tînin. Putîn ev sîyaset wekî rêbazeke pir xeter û tengbîn binav kir.
XS
SM
MD
LG