Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin: Êrîşeke Leşkerî ya Amerîka Dikare Tundîya Heyî Zêdetir Bike


Serokê Rûsya Vladimir Putin hişyarî dide ku encamên operasyoneke leşkerî wê xeter bin.

Hişyarîya Putîn di vê demê de tê ku ku wezîrê wî yê derve, li Cenevre ligel hevtayê xwe yê Amerîkî kom dibe ku kêşeya çekên kîmyayî gotûbêj bikin.

Birêz Putin di nivîsara xwe ya rojnameya New York Times de qala hewcedarîya hewlên bi rêya NY kir û hişyarî li ser biryarên yekalî yên wek operasyoneke leşkerî da.

Rêzdar Putin got, êrîşeke leşkerî ya Amerîka dê tundîya heyî zêdetir bike û bandoreke neyênî li ser programa navokî ya Îranê û pêvajoya aştî ya navbera Îsraîl û Fîlîstînîyan bike.

Serokê Rûsya herwiha got,”hemî sedem berdest in ku meriv bawer bike ku yên ku çekên kîmyayî xebitandine, çekdarên serhilda ne”.
XS
SM
MD
LG