Serokê Rûsya Vladimir Putin dîyar kir ku ger Amerîka ji peymana navokî ya bi navê INF’ê tê zanîn vekişe, ewê bersîvê bidin.
Rêvebirîya Amerîka ser INF hişyarî da Rûsya ku di nav 60 roj de binpêkirina wê bi dawî bike.
Washingtonê dîyar kiribû ku Moskow li gor peymana di sala 1987’an de hatiye îmza kirine tevnagere û dabû zanîn ku ger ew binpêkirina wê bidawî nekin, ewê ji peymanê vekişin.
Putin da zanîn ku ew dijî pûçkirina peymanê ye.
Wî dîyar kir ku Amerîka ji zû de dixwaze ji peymanê vekişe û Rûsya ‘’ji xwe re dike hincet’’