Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin, Amerîka Ser Bicîhkirina Muşekan Hişyar Dike


Serokê Rûsya Vladimir Putin bang li Amerîka kir ku li Ewrupa muşekan bi cîh neke.

Putin da zanîn ku li Ewrupa bicîhkirina muşekan dijî wan gefeke ewlekarîyê ye û dîyar kir ku ewê ‘’heman bersîvê’’ bidin Amerîka.

Wî dîyar kir ku ne tenê bo welatên Ewrupî yên ji bicîhkirina muşekan re destûrê didin, lê ewê ji ‘’navendên wê biryarê’’ re jî bersîvê bidin.

Serokê Rûs li parlamantoyê got ku ‘’sîyasetvanên Amerîkî berî gavekê biavêjin divê rîskan jî hesab bikin’’

Amerîka di serê Sibatê de ragihandibû ku ger Rûsya di nav şeş mehan de dawî li binpêkirina peymana kontrolkirina çekan ya 1987'an neyîne, ewê Peymana Menzîla Navîn ya Hêzên Navokî (Intermediate-range Nuclear Forces Treaty / INF) derkeve.

XS
SM
MD
LG