Lînkên eksesibilîtî

Putin bo Balyozxaneya Rûsya li Washingtonê Anatoly Antonov Erkdar Kir


Anatoly Antonov

Serokomarê Rûsya Vladimir Putin, Cîgirê Wezîrê Derve Anatoly Antonov wek Balyozê Washingtonê yê nû erkdar kir.

Antonov, bi biryarnameya ku Putin îmza kiriye dê li şûna Sergei Kislyak li Washingtonê dest bi kar bike. Antonv, di heman demê de ewê bibe çavderê Rûsya yê li Rêxistina Dewletên Amerîkî.

Sergei Kislyak, 9 sal wek Balyozê Rûsya yê li Amerîka kar kiribû û di meha Tîrmehê de vegerîyabû welatê xwe. Tê îdia kirin ku Kislyak di maytekirina hilbijartina Amerîka de cîh girtîye.

Yekîtîya Ewrupa (YE), 2 sal berê, bi sedema ku Antonov piştgirîyê dide hêzên Rûs yên li Ukrayna, ew xistibû lîsteya toleyan.

Antonov, par piştî bûbû cîgirê wezîrê derve, peywendîya di navbera wezareta derve û artêşê de çêkiribû.

Antonov di sala 2011’an de wek Wezîrê Derve yê Rûsya kar kiribû. Li ber e ku Antonov di 1’ê Îlonê de dest bi erka xwe bike.

XS
SM
MD
LG