Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin Soza Baştirkirina Jîyana Rûsan Dide


Serokê Rûsya Vladimir Putin, di axaftina xwe ya îro de, li Moskowê armancên xwe yên aborî eşkere kir û soza baştirkirina jîyana hemwelatîyan û sîgorta (bîma) saxlemîyê da.

Putin di axaftina televîzyonî de, herwiha soz da ku ewê binesazîyeke modern li Rûsya ava bike û piştgirî bide teknolojîya pêşketî ku Rûsya bikaribe pêşengî li cîhanê bike.

Wî bal kişand têkbirina xizanîyê û bi bîr xist ku dora 20 mîlyon Rûsî di bin lîmîta fermî ya feqirîyê de dijîn û mehê 180 dolar pere qezenc dikin.

Putin bi berdewamî got ku divê Rûsya rewşa tendirustî baştir bike û temenê hemwelatîyên xwe dirêjtir bike û di nav deh salên were de ji dîrêjîya jînê 73 salan bîne 80 salan.

XS
SM
MD
LG