Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin Ferman Daye Hikûmetê ku Dijî Toleyan Piştgirîya Belarûsê Bike


Rûsya dê li hember toleyên dewletên rojava yên dijî Belarûsê piştgirîya bide wî welatî.

Kremlînê ragihand ku Serokê Rûsya Vladimir Putin ferman daye ku Moskow bi piştgirîya bo Belarûsê toleyên welatên rojava pûç bike.

Welatên rojava jiber zextên li ser sîyasetvanên opozîsyona Belarûsê dijî wî welatî tole ragihandibûn.

Serokê Belarûsê Alexandar Lukashenko bo civîna bi Putin re roja Sêşemê çûbû Rûsya.

Berdevikê Kremlînê Dmitry Peskov da zanîn ku di rojeva wan de dijî toleyan piştgirîya bo Rûsya heye û ew xebatên ser wê mijarê didomînin.

XS
SM
MD
LG