Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlîn Dibêje jibo Hilcivîna Putîn û Biden Benda Erêkirina Amerîka Ye


Serokê Amerîka Joe Biden û serokê Rûsyayê Vladimir Putin
Serokê Amerîka Joe Biden û serokê Rûsyayê Vladimir Putin

Kremlînê îro Înîyê ragihand ku Rûsya û Amerîkayê hilcivîna ser vîdyoyê ya di navbera Vladimir Putîn û Joe Biden de, ser dîrok û demê li hev kirine, lê Moskow li benda erêkirina Washingtonê ye.

Şêwirmendê Kremlînê Yuri Ushakov ji rojnamevanan re li ser plana hilcivînê axifî.

"Jibo vê videokonferansê tarîx û dema diyarkirî heye. Ez bawer dikim ku çêtir e ku em benda erêkirina dawî ya Amerîkî bisekinin. Lê, ev civîna bi awayekî aktîf tê amadekirin," Ushakov got.

Wî got ku Putîn plan dike ku ji Biden re bo rawestandina berfirehbûna leşkerî ya NATO'yê ya ber bi rojhilat ve, bahsa pêşnîyareke garantîya ewlehîyê bike.

Hevdem, Yuri Ushakov da zanîn heman pêşnîyar jibo bi dawîkirina şandina çekan ji cîranên Rûsyayê, tevî Ukrayna, ya ku Moskow wek tehdît dinirxîne, dê were kirin.

"Bi sedema rewşa aloz, niha pêwîstîya demûdest heye ku ew garantîyên kêrhattî bidin me. Nabe ku ev rewş bi vî rengî berdewam bike," Ushakov got.

Amerîka, NATO û Ukrayna jiber zêdekirina hêzên xwe yên leşkerî li nêzî sînorê Ukrayna, Moskowê tawanbar dikin.

Her wiha, Ukrayna dibêje ku ew ditirse ku Rûsya plana êrîşê dike.

Lê, Rûsya îdayên planên dagirkirina Ukraynayê red dike û Kîevê bo êrîşkirina herema di destê cudaxwazên alîgirên Rûsyayê de ne, bi avakirina hêzên xwe, tawanbar dike.

Rûsya bi hefteyan e, jibo danûstandinên di asta bilind yên bi Amerîka re givaştinan dike û ramana peydakirina garantiyên ewlehiyê yên qanûnî yên ji ji welatên Rojava, kiriye rojevê.

Ushakov dest nîşan kir ku hevdîtina bi Biden re ewê piştî ku Putîn hefteya pêş serdana Hindistanê bike, pêk were.

XS
SM
MD
LG