Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin û Conte Banga Çareserîya Aştîyane ji Krîza Lîbyayê re Dikin


Conte û Putin li qesira Kremlînê (Arşîv)

Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokwezîrê Îtalya Giuseppe Conte îro Pêncşemê ragihand ku divê rewşa li Lîbyayê bi rêkên aştîyane çareser be.

Qesira Kremlînê ragihand ku her Putin û Conte îro bi telefonê peyîvîn û mijarên wek Sûrîye, hilcivîna Normandy ya derbarê Ukrayna jî gotûbêj kirin.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro gotibû ku Tirkîye dê ser daxwaza Trablusê di meha were de leşkeran bişîne Lîbyayê.

Rûsya nerazîbûna xwe hember daxuyanîyên Tirkîyê dîyar kiribû û gotibû ku divê Tirkîye leşkerên xwe neşîne Lîbyayê.

XS
SM
MD
LG