Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin: Jiber Operasyona Tirkîyê Dibe ku Çekdarên DAIŞê yên Girtî Birevin


Serokê Rûsya Vladimir Putin dîyar kir ku jiber operasyona Tirkîyê dibe ku çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) yên girtî birevin.

Putin da zanîn ku ew ne bawer e ku Tirkîye bi operasyonê re rewşa awarte kontrol bike.

‘’Bi operasyona Tirkîyê dibe ku DAIŞ jinûve gur bibe’’ Putin got.

Karbidestên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) dibêjin ku ewê berê xwe pirtir bidin ser operasyona Tirkîyê ya dijî wan û jiber vê ew nikarir ser girtîyên DAIŞ’î baldar bin.

Rêberên welatên Ewrupî dîyar dikin ku li Sûrîyê armanca sereke ya bîragiştî ya navneteweyî têkbirina DAIŞ’ê ye

XS
SM
MD
LG