Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin û Erdogan Dê li Moskowê Ser Îdlibê Bicivin


Kremlînê ragihand ku Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dê li Moskowê bicivin.

Li gor daxuyanîya Kremlînê li ber e ku kombûna Putin û Erdogan di 5 yan 6’ê Adarê de çêbe.

Berdevikê Kremlînê Dimitry Peskov dîyar kir ku her du rêberan li hev kirine ku bo Îdlib ya Sûrîyê çareserîyekê bibînin û da zanîn ku ew danûstandin ne hêsan in.

Pîştî li Îdlibê 30 leşkerên Tirk hatibûn kuştin, di navbera Moskow û Enqerê de girjî çêbûbû.

Rûsya piştgirîya hêzên hikûmeta Sûrîyê dike û li alîyê din Tirkîye alîkarîyê dide serhildayên Sûrî.

XS
SM
MD
LG