Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin û Erdogan Piştî Girjîya li Îdlibê li Moskowê Kom Dibin


Putin û Erdogan li Enqerê, 2019

Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Pêncşemê li Moskowê kom dibin.

Putin û Erdogan dê ser Îdlib ya Sûrîyê û peywendîyên dualî biaxifin.

Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê Suleyman Soylu ser civîna Erdogan û Putin dîyar kir ku ew hêvîdar e û da zanîn ku dibe ku bi hevdîtina her du rêberan li herêmê aştî û aramî çêbe.

Kremlînê jî berî hevdîtina Putin û Erdogan daxuyanîyek belav kir.

Berdevikê Kremlînê Dmitriy Peskov got ku Rûsya berevanîya yekîtîya axa Sûrîyê dike û ew bo têkoşîna dijî ‘’komên terorîst’’ piştgirîyê dide rêvebirîya Şamê.

Li alîyê din jî Tirkîye piştgirîyê dide serhildayên Sûrî yên li herêma Îdlibê.

Girjîya di navbera Moskow û Enqerê de, bi kuştina 36 leşkerên Tirk yên li Îdlibê jinûve gur bûbû.

Moskow û Enqere hevdu bi binpêkirina Peymana Soçî tawanbar dikin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG