Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin û Erdogan Îro bi Telefonê Peyîvîn


Serokê Rûsyayê Vladimr Putin û serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan
Serokê Rûsyayê Vladimr Putin û serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan

Kremlînê ragihand ku îro Înêyê serokê Rûsyayê Vladimr Putin û serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan ser telefonê axiftîne.

Putîn ji hevtayê xwe yê Tirk Erdogan re gotiye ku Ukrayna li herêmên pevçûnê yên li Donbassê, dronên ku Tirkîyê çêdike bi kar tîne, û ew jî domandina tevgerên 'wêranker' yên wê ye, Kremlînê da zanîn.

Hevdem, Kremlînê dîyar kir ku Putin ji Erdogan re anîye ziman ku hêzên Ukraynayê 'çalakîyên provokatîf' dikin û dronên Bayraktar yên Tirkîyê li herêma pevçûnê bi kar tînin û her wiha hewl didin ku peymanên aştîyê yên Mînskê binpe bikin.

Rêvebirîya Ragihandinê ya Tirkîyê jî îro Înîyê ragihand ku Ukrayna yek ji mijarên ku Erdogan bi Putin re gotûbêj kiriye, lê hûrgilîyên zêdetir neda.

Peywendîyên di navbera Rûsya û Ukraynayê de aloz in, jiber ku Kîyev dibêje ku Rûsyayê bi hezaran leşker li nêzî sînorê Ukraynayê kom kirine û dibe ku xwe bo êrîşeke leşkerî amade bike.

Moskow îdayên planên operasyoneke êrîşkar red dike.

Ukrayna bo şerê dijî hêzên bi piştgirîya Rûsyayê li herêma wê ya rojhilatê Donbassê de dronên Tirk kirî û bi cih kir, ev yek jî Rûsya hêrs kir.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu gotibû ku nabe ku bi sedema ku Ukrayna dronan bicîh dike, Tirkîyê were tawanbarkirin.

Rûsya di Cotmehê de, Ukrayna bi bêaramîkirina rewşê tawanbar kir piştî ku hêzên hikûmetê dronek Bayraktar TB2 bikar anî da ku êrîşî cîhek ku di bin kontrola cudaxwazên bi piştgirîya Rûsya de ye, kir.

Wezîrê Berevanîyê yê Ukrayna Oleksî Reznîkov îro ragihand ku Ukrayna drona Bayraktar bo carekî bikar anîye.

Her wiha, Oleksî Reznîkov got ku Rûsyayê zêdetirî 94.000 leşker li nêzî sînorê Ukraynayê kom kirine û dibe ku xwe jibo êrîşeke mezin ya di dawîya Rêbandanê de, amade bike.

XS
SM
MD
LG