Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya û Tirkîye jibo Lîbyayê Banga Agirbestê Dikin


Serokê Rûsya Vladimir Putin di serdana xwe ya Tirkîyê de bi Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re li ser mijara agirbestek li Lîbyayê civînek çêkir.

Encama civînê ji alîyê wezaretên derve yên herdû dewletan bi daxuyanîyek hat ragihandin.

Daxuyanîya hevpar de herdû serok bang li alîyên li Lîbyayê dikin û dexwaz dikin ku ji şeva 12ê Çileyê de agirbestek bidin destpêkirin.

Daxuyanîya hevpar de piştgirîya prosa Berlînê dike.

"Ev hewildan di heman demê de jibo serkeftina Prose Berlînê ye û jibo piştgirîya aşitî û aramîya Lîbyayê ye"

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG