Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin Daxwaza Hollande Red Dike û Naçe Parîsê


Serokê Rûsya Vladimir Putin plana xwe ya serdana Fransa betal kir, piştî ku Serokê Fransî israr kir ku divê hevdîtina wan tenê li ser rewşa Sûrîyê be.

Li ber bû Putin di 19ê Cotmehê de here Parîsê û li wê derê başdarîya vekirina dêreke Orthodoks bikira.

Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov îro got ku Putin amade ye, di demeke guncaw de ligel Hollande bicive, lê wî jî got ku ew bo hevdîtinan hazir e, eger ew xizmeta aştîya li Sûrîyê bikin.

Wezîrê Derve yê Fransî Jean-Marc Ayrault do Duşemê gotibû ku Rûsya jiber bombebarana wê ya ser Helebê, dikare rûbirûyê tawanên ceng be.

Ayrault bi berdewamî gotibû ku Fransa wê bi dozgerên Dadgeha Tawanan ya Navnetewî (ICC) bişêwireku çawa lêpirsîn hember lîderên Rûsî were vekirin.

XS
SM
MD
LG